• Saturday, 14 February 2026
logo

Ocalan banga bi dawî kirina çalakiyên greva birçîbûnê kir

Ocalan banga bi dawî kirina çalakiyên greva birçîbûnê kir
Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di derbarê hevdîtina wan bi Ocalan re îro li Stenbolê di civîneke çapemeniyê de peyama Ocalan ji raya giştî re ragihandin.

Parêzeran ragihand, du parêzeran çûbûn Îmraliyê û hevdîtin bi Abdulah Ocalan kirine û Ocalan ragehandiye ku, grevên birçîbûnê geheştiye armanca xwe û îdaredeya gelê me nîşan daye, îradeyeke serkeftî ye.

Peyama Ocalan ji aliyê parêzera wî Newroz Uysal xwend û diyar kir Ocalan xwestiye grewên birçîbûnê bên bi dawî kirin.

Peyama Ocalan waha ye:

“Hevalên hêja, di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, di çarçoveya daxuyaniyên parêzêrên min de, li bendê me hûn çalakiyên xwe bidawî bikin. Armanc û awata we ya ji bo min xwestiye pêkbînin, pêkhatiye. Ez heskirin û spasiyên xwe pêşkêşî we dikim.

Giringe ji vê û pê de wek tê xwestin û hêvî dikim ku bi îradeyeke bihêz ligel min bimeşin.

Bi heskirina bê dawî ve we silav dikim.’’

Basnews
Top