• Saturday, 14 February 2026
logo

Dadgehê dîsa navê Dersîmê qebûl nekir

Dadgehê dîsa navê Dersîmê qebûl nekir
dadgeha Tirkiyeyê dîsa navê Kurdî qebûl nekir
Di destpêka vê mehê de civata şaredariya Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê bo guhertina navê parêzgeha xwe û wegerandina navê Kurdî ya parêzgehê, civînek lidar xist û di civînê de bi piraniya dengan, civata şaredariyê, biryarek pejrand.

Li gor biryarê, civata şaredarî, navê Tûncelî guhertiye û navê Kurdî yê Dersîmê vegerande ser şaredariya xwe û di şûna şaredariya Tûncelî de nivîsand Şaredariya Dersîmê.

Lê rojek pişî helwasîna tabelaya Dersîmê li ser şaredariyê, parêzgarê Dersîmê li dijî vê pêngavê doz vekir û duhê jî dadgeh li ser dozê biryar da û dadgeh di biryara xwe de nivîsandiye ku navbe nav were guhertin û lazime navê Tirkî her bimîne.

Top