• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama Serokê herêmê ya bi helkefta Enfala Barzaniyan

Peyama Serokê herêmê ya bi helkefta Enfala Barzaniyan

Serokê herêma Kurdistanê bo 40 saliya enfal kirina Barzaniyan peyamek weşand.

Em îro bi rêz û hurmet 40 saliya enfalkirin û wendakirina 8000 zarok, ciwan, mêr û kalên Barzanî yên ku di dawiya Tîrmeha heta nîvê Tebaxa 1983ê, li kampên bi zorê lê hatîne bi cîh kirin, bûne qurbaniyên tawaneke hovane û reşgîriyê ji aliyê rejîma hîngê ya Iraqê ve êdî ew qed nevegeriyan.

Bi hezaran malbatên Barzaniyan yên bê desthilat li kampa Quştepe, Behirka, Herîr, Soran û cihên din bê bav û bira man û bi hezaran jinên Barzanî bê mêr man û neçar bûn rûbirûyê çarenivîsekê ne diyar û dijwar bibin û li hember bi dehan derdeserî û nexweşiyan li berxwedan û bi tenê man.

Ew ji zarokên xwe ra bûne bav û ji bo perwerdekirin û debara jiyana xwe û mezinkirina wan gelek êş kişandin. Wan li hember tunebûn, xizanî û tenêtiyê tehemûl kirin û bi moral û ruhekî mezin rûbirûyê jiyanê bûn û bi jîrî nifşekî niştimanperwer û welatparêz bi jêhatî perwerde kirin. Ez destên her yek ji wan dayikên mîhreban û dilsoz maç dikim.

Enfalkirina Barzaniyan wek hemû tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, ne tenê hêz û îradeya gelê me ya ji bo têkoşîna li dijî zilm û dîktatoriyê sist nekiriye, lê rihê rûbirûbûnê û îradeya serkeftin û azadî, li cem tevahiya gelê Kurdistanê germtir kir û bi baweriyeka mukimtir berdewamiyê bi tekoşînê da.

Bi vê minasebetê em silav li qurbaniyên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin û bejna xwe li hember giyanê wan ditewînin. Silav û spas ji bo hemû camêrên Hewlêr û derdora wê, li Herîr, Batas, Soran û li her derê ku lê bûn, ku alîkariya malbatên enfalkiriyên Barzanî kirin û sitarê dane wan.

Di vê helkeftê da ku Herêma Kurdistanê di rewşeke hestiyar ra derbas dibe, em tekezî li ser yekdengî û yekrêziya hemû partî û pêkhatên Kurdistanê dikin ku yekane rêya serfirazî û serkeftinê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

31.07.2023

Top