Balefireke Îranî ketiye erdê û 3 kes canê xwe ji dest dane
Ev balefir ya perwerde kirina pîlotan bûye.
Li gor çapemeniya Îranî îro duşem 31ê Tîrmehê li balefirgeha Peyam ya li Rojavayê Tehranê, balefireke perwerdehiya leşkerî di dema firînê de jiber kêşeyeke teknîkî ketiye erdê.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku, di encama vê bûyerê de pîlot û du xwendekarên leşkerî jî canê xwe ji dest dane.
