• Saturday, 14 February 2026
logo

Encûmena qeza Xaneqînê daxwaza wegera hêzên Pêşmerge dike

Encûmena qeza Xaneqînê daxwaza wegera hêzên Pêşmerge dike
Her diçe kiryarên terorîstî li sînorê qeza Xaneqînê, gef xwarin û fişar li ser hemwelatiyên kurd zêde dibin û ji ber wê hejmarek çalakvan û rewşenbîrên bajar radigehînin, ku piştî 16ê cotmehê heta naha 60 teqîn pêkhatine û ji ber wê jî 78 hemwelatî şehîd û birîndar bûne. Encûmena qeza Xaneqînê jî di civîna xwe ya dawiyê de nivîsek ji encûmena parêzgeha Diyale re rêkir û daxwaz dike bi armanca parastina mal û canê hemwelatiyan careke din hêzên Pêşmerge wegerin Xaneqînê.

Li gor wê nivîsê: ‘’Hemû pêkhateyên Xaneqînê ji sala 2003ê ve di rewşekî aram û seqamgîr de bûn, lê piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê şûnde rewş xirab û aloz e û aramiya bajar nemaye. Ji ber berdewam kiryarên terorîstî her roj bûyerên terorî pêktên û li hember vê ti helwêstekî cîdî yê aliyên peyvendîdar tineye.’’

Herwaha tê gotin: ‘’Piştî bûyerên 16ê cotmehê bi komî vala kirina gundan destpê kiriye û beşek ji gundan hatine vala kirin, herwaha ji destpêka demsalê ve kiştûkalên beşek ji cotyarên kurd hatine şewitandin.’’

Encûmena qeza Xaneqînê di rûniştina xwe ya roja 20.05.2019ê ji encûmena parêzgeha Diyale daxwaz kiriye hêzên Pêşmerge wegerin bajar û dosyaya ewlehiyê bi hewbeşî li gel hêzên asayîş û hêzên Iraqê bê birêve birin, bo wê jî parêzgerê li mal û canê hemwelatiyan bê kirin.

Serokê encûmena qeza Xaneqînê Semîr Mihemed Nûr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kuştina hemwelatiyan û şewitandina dexil û danê cotyarên kurd li sînorê Xaneqînê tirs û xofekî mezin di hemwelatiyan de ava kiriye. Piştî 16ê cotmehê bi sedan malbatên kurd ji nav bajarê Xaneqînê û gundên derdora wê hatin koçber kirin.’’

Herwaha got: ‘’Encûmena qeza Xaneqînê di rûniştina xwe ya dawiyê de nivîsek pêşkeşî encûmena parêzgeha Diyala kir û daxwaz kir careke din hêzên Pêşmerge wegerin Xaneq3inÊ û bi hewbeşî li gel hêzên asayîş û hêzên Iraqî ve dosyaya ewlehiyê bigrin dest, ku bikarin hemwelatiyan ji tirs û xofê rizgar bikin.’’

basnews
Top