Ala Talabanî û Sîrwe Ebdulwahîd baca ji netewa xwe dûrketinê didin!
Roja 22.05.2019ê Endama rêveberiya YNKê û jin a parlamenter Ala Talabanî, ku dema xiyaneta 16ê cotmehê de milîsên Iraqî li hember çeperên Pêşmerge dihatin piştevaniya wan dikir, li hember parlamenterê fraksiyona partiya xwe Şêrko Mîrweys di payeya serokê lijneyên peyvendiyên derve yê parlamentoya Iraqê de şikest xwar.
Endamê kurd li parlamentoya Iraqê Nasir Herkî vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêşwexte di navbera hin lîsteyan de rêkeftin hebû, her kesekî navê xwefiroşiyê li ser be, bê guman pêgeh û rêza wî kêm dibe û xelk jî baweriyê kêm pê dike û her kesekî bo mala xwe nebe, xelkê din jî baweriyê pê nayne, ji ber ê ku îro birayê xwe firot, çawa xelkê din nafiroşe.’’
Kesa din a wek Ala Talabanî ango dijî mafên herêma Kurdistanê tevdigeriya jî Sîrwe Ebdulwahîd e, ku parlamentera fraksiyona Gorran bû û xwîşka Şasiwar Ebdulwahî de, naha tenê erkê endama encûmena bilind a Tevgera Nifşê Nû bo wê maye, ku partiyekî biçûke û nû hatiye damezrandin û serokê wê jî li ser gef xwarina belav kirina wêneyên rûtî yên parlamenterên partiya xwe li zîndanê ye.
Yek ji sedemên pirsgirêkên Nifşê Nû jî ew e ku Sîrwe Ebdulwahîd piştî bi awayekî ne rasterast û bê wegera li encûmena bilind, ji aliyê birayê xwe ve bû endamê encûmenê. Naha jî milmilane bo mayîna li ser kursiya wê encûmenê dike ku nîvê endamên encûmenê helwêst li hember wê wergirtiye û li gel serokê partiyê jî bûne du eniyên cuda.
basnews
