Mehmûd Sengawî: Iraq dest bi siyaseteke nû ya erebkirinê kiriye
Mehmûd Sengawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Piştî 16ê Cotmehê ve 78 şehîdên me hene, artêşa ku hatiye beşek ji wan DAIŞ in, me berê li wan digeriya, niha di malên Heşdî Şeibî de ne. Bi roj li malên wan îstirahet dikin û bi şev jî berê xwe didin canên xelkê.”
Mehmûd Sengawî amaje bi kuştina du welatiyên li wê deverê ji aliyê Heşda Şeibî ve kir û herwiha wan bi belavkirina maddeyên hişber tohmetbar dike û dibêje: “Necmedîn li gel kurê xwe ji aliyê Heşda Şeibî ve hatin kuştin. Bi sedan belgename hene ku Heşda Şeibî ew kuştine. Dema di destê Kurdekî de tifingekê bibîbin jê distînin û ew bi treyler BKC û çek tînin û teslîmî Erebên hawirde dikin. Qasî nîvê artêşa Iraqê Pêşmerge li ber destê min nebû û min li dijî DAIŞê şer kiriye û ev dever parastiye, lê niha ku hemû hêzên dinya û hemû diz û cerdeyên dinyayê anîne vê deverê ji bo dizîkirin û bacgirtin û qaçaxçîtîkirin û firotina tiryak û eroîn û heşîş, malê Kurdan didizin û wan ji deverê derdixin.”
Berpirsê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî bal kişande ser wê yekê ku desthilatdarên Şîe yên Iraqê ji Kurdan re cehenemek çêkirine û got: “Ev siyaseta hikûmeta Iraqê ye, me wisa bawer dikir ku eger Şîe were ser hukm weke me hatine çewisandin û dê werin qedrê me bigrin û werin li gel me bijîn û dest bi jiyaneke baş bikin, lê ji bo Kurdan cehenemek çêkirin. Ji Celewlayê heta Xaneqînê û heta tê sînorê Pêşmerge, hemû wêran kirin, bizane gelo mala Erebekî tê derxistin? Hemû li cihên xwe rûniştine û her şev jî têne ser malên Kurdan û genim û cehên wan dişewitînin û otomobîlên wan diteqînin daku hemû birevin. Careke din ev erebkirin bi siyaseteke din dest pê kiriye.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê zext û guvaş li ser welatiyên Kurd ên li deverên madeya 140 gelek zêde bûye û di van demên dawî de jî şewitandina berhemên çandiniyê û derxistina Kurdan ji gundan, tevlihevî û alozî gihandine lûtkeyê.
Rudaw
