Elî Heme Salih: Sed dosyayên Şasiwar Ebdulwahîd li dadgehê hene û YNKê ji bo wî ragirtine
Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih aşkera kir, sed dosyayên Şasiwar Ebdulwahîd li dadgehê hene û YNKê ji bo wî hemû ragirtine û dibêje, destkeftê îdareya giştî ya YNKê li gundê Almanî -3 li Silêmaniyê, bê ku ti pareyekî bide 42 milyon dolar e.
Elî Heme Salih di hevpeyvîneke televîzyonî ya derbarê opozîsyonê li Herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê jî kir ku li Herêma Kurdistanê opozîsyon tine û ew xwepêşandanên ku di çend rojên borî de Şasiwar Ebdulwahîd ji bo wê bangeşe dikir, li ser daxwaza rêveberiya YNKê hatiye hilweşandin.
Herwaha got: ‘’Sed dosyayên Şasiwar Ebdulwahîd li dadgehê hene û YNKê ji bo wî ragirtine. Dosyaya xwedî pişkên Çavê Land, lutkeya desthilatiya YNKê ew dosya di meha 3 ya sala borî ji bo wî daxist. Li gundê Almanî – 3 ya Silêmaniyê de YNK li gel wî hevbeş e û destkeftê îdareya giştî ya YNKê li gundê Almanî – 3, bê ku ti pareyekî bidin 42 milyon dolar e.’’
Elî Heme Salih diyar kir, naha nûnerê îdareya giştî yê YNKê li kompanya Nalya de kar dike.
Basnews
