Li Dêre Zorê çekdarên DAIŞê du şivan revandin û 400 serî pez dizîn
Li nêzîkî gundê Madan Etîqê yê li rojavayê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê du şivan û karkerekî wan revandin û 400 serî pez dizîn.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) doh li nêzîkî gundê Madan Etîqê yê li rojavayê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê du şivan û karkerekî ku li ba wan dixebitî revandin.
Herwiha çekdarên DAIŞê 400 serî pez dizîne û traktora şivanan a ku pê av ji bo pezê xwe vediguhestin jî şewitand.
Li gorî heman çavkaniyê, çekdarên DAIŞê berê xwe daye cihekî nediyar û hêzên hikûmeta Sûriyeyê li navçeyê ketine rewşa amadebaşiyê.
Li aliyê din, SOHRê da zanîn ku çekdarên DAIŞê piştre her du şivan serbest berdane lê karker bernedane.
16ê Nîsana borî jî li navçeya Buqrusê ya li rojavayê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê çar welatî kuştibûn, du şivan revandibûn û keriyê pezê wan jî biribûn.
Rudaw
