Îdareya Trump ji civaka navdewletî daxwaza alîkariya zêdetir ji bo Êzidiyan dike
Balyozê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê ji bo Azadiya Olan Sam Brownback ji Rûdawê re ragihand: “Me pere û hewlên xwe xistine naverastê ji bo avadankirina wan navçeyan da ku xelk bikare vegere. Me dest bi operasyona paqijkirina navçeyê kiriye ji mayînan da ku kar li ser zeviyên wir bê kirin.”
Sam Brownback ev axaftin li nav Kongresa Amerîkayê bo Rûdawê kir û dibêje ku alîkariyên welatê wî ji bo Kurdên Êzidî bes nînin. Rayedarê Amerîkî bang li civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê kir ku karên zêdetir ji bo kêmkirina êş û janên Kurdên Êzidî bikin, ku bi destê grûpên îslamî yên tundrew rastî cenosyadê bûne.
Brownback diyar kir: “Civaka Navdewletî divê karekî zêdetir bike û di vê rewşê de alîkar bin ji bo avakirin û dabînkirina ewlekariyê ji bo Êzidiyan. Herwiha hikûmeta Iraqê divê zêdetir kar bike ji bo parastina Êzidiyan û navçeya wan. Ji bo parastina Mesîhiyan û pêkhateyên din da ku bikarin bijîn û li navçeyên wan vejandinek hebe.”
Vê hefteyê di boneyeke Kongresa Amerîkayê de çareseriyek ji bo rêgirtina li komkujiya kemîneyên neîslamî hat pêşniyarkirin, çêkirina herêmeke otonom fikrek bû, ev kongresman dibêje, serkirdetiya Kurd li Iraqê piştgirî dike.
Endamê Kongresa Amarîkayê Steve King ji Rûdawê re eşkere kir: “Min ev mijar çend caran li gel malbata Barzanî axiviye ku hikûmraniya Herêma Kurdî ya li Bakurê Iraqê dikin. Barzanî ji min re got ku ew piştevaniya avakirina navçeyekî aram û taybet bo Mesîhî û Êzdiyan dikin li deşta Neynewayê.”
Berî vî karî divê ew dever ji wê wêraniya ku DAIŞê bi ser wan de aniye, were avakirin. Nêzîkî çar sal piştî derxistina wê grûpa îslamî ya tundrew ji Şingalê, hêj dema vegera jiyaneke asayî bo wê deverê diyar nîne.
rudaw
