• Saturday, 14 February 2026
logo

Nûrî Malikî Amerîka hişyar kir

Nûrî Malikî Amerîka hişyar kir
Serokê Îtîlafa dewleta yasa Nûrî Malikî Amerîka hişyar kir û ragehand, ku ew rê nadin Iraq ji bo dijatiya Îranê bê bikaranîn.

Serokê dewleta Yasa Nûrî Malikî di gotarekî bo endamên milîsên Bedir ên yek ji milîsên Heşdî Şeibî de ragehand, ew dijî dorpêçên li hember Îranê ne, ji ber li gor wan dorpêç dê bandorê li gel bikin ne li hikûmetê.

Nûrî Malikî Amerîka hişyar kir û got, bikaranîna axa Iraqê bo dijatiya welatên cîran em red dikin.

Malikî bi awayekî piştevaniya xwe ji bo Îranê diyar kir û ragehand: ‘’Îran şer naxwaze, lê mafê Îranê heye berevaniyê li destkevtên xwe bike.’’

Basnews
Top