Salih Muslim: Bi hebûna Amerîkayê ewlehiya deverê tê parastin
Berpirsê Têkiliyên Derve yê PYDê Salih Muslim ragihand ku li pişt perdeyan û bi awayekî veşartî, Rûsya û Tirkiyê danûstandinê li ser girêbestekê dikin û got: “Moskow navbeynkariya Enqere û Şamê dike û hewl dide Enqere bi her awayekî be, were razîkirin.”
Salih Muslim bal kişand ser wê yekê jî, ku bi rêya hebûna hêzên Amerîkayê yan jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li deverê, rê li ber êrîşên esmanî yên Tirkiyê tê girtin û ewlehî jî zêdetir tê parastin.
Rudaw
