Dijî Leyla Zana dozeke nû hate vekirin
Doz di 7 Îlonê de dikeve meriyetê.
Dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê dozeke nû li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana vekiriye.
Di îdîanameya ku, ji aliyê Dozgeriya Tirkiyeyê ve hatiye tomarkirin, ev xelatên cîhanî yên ku, ji Leyla Zana re hatine dayîn weke amûrên tawanê hatine nasîn.
Di doza ku, vê 7ê Îlonê dikeve meriyetê Dozgeriya Tirkiyeyê daxwaza ceza kirina Leyla Zana dike.
