• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka 1500 Leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn

Amerîka 1500 Leşkerên din dişîne Rojhilata Navîn
niha zêdetir ji 70 hezar leşkerên Amerîkî li deverê ne
Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku wan biryar daye ku hezar û 500 leşkerên din bişînin Rojhilata Navîn.

Trump berî ber bi Japonya ve here ji rojnamevanan re da zanîn ku hêza nû dê bi piranî karbidest û leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn biparêzin.

Ajansên navneteweyî roja Pêncşemê ragihandibûn ku Pentagon û Qesira Sipî ser 10,000 leşkerên nû bo Rojhilata Navîn difikirin.

Li ser wan nûçeyan Trump gotibû ku ti planeke wisa tune û dîyar kiribû ku ew nûçe derew in.

Top