• Saturday, 14 February 2026
logo

Keçeke Kurd li Belcîkayê berbijêra Parlementoya Herêma Flandersê ye

Keçeke Kurd li Belcîkayê berbijêra Parlementoya Herêma Flandersê ye
Keça Kurd a ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Valantîna Şêxo li Belcîkayê bûye berbijêra Parlementoya Herêma Flandersê.



Valantîna Şêxo li ser lîsta Partiya Lîberal beşdarî hilbijartinan dibe û ev demeke dirêj e jî dest bi propagandaya xwe kiriye.



Valantîna Şêxo di salên 90î de di temenê xwe yê 7 salî de bi dayîk û bav û her sê birayên xwe koçberî Belcîkayê bûye û dibêje ku wê dîtiye dê û bavê wê di pirsgirêkên gelek mezin re derbas bûne, ji ber vê yekê ew dixwaze niha kesên ku ketine nav pirsgirêkan rizgar bike û alîkariya wan bike.



Kampanyayên hilbijartinan li Belcîkayê ji bo hilbijartinên her sê parlementoyên herêman, federal û Ewropayê di germegermê de ne û hevbîrên Valantîna piştgiriya wê dikin.



Parlementerê Herêma Flanders Rik Dames ji Rûdawê re diyar kir: “Ez di wê baweryê de me ku xelkên weke Valantîna tevlî siyasetê bibin, emê hemû bêyî pirsgirêk bi hev re bijîn, ji ber ku xelk ji cudakirina koçberan ditirsin, ez bawer im ev tiştekî şaş e, dema ku em hatin Belcîkayê bi dilekî xweş me dixwest em bibin beşek ji vî welatî û bi aramî bijîn.”



Herwiha piştevanên din ên Valantîna Şêxo, Wezîra Koç û Koçberan a Belcîkayê ye, ji ber bûyerên xwînavî yên welatê wê li gel radîkalan, niha nirxên ciwan ên mîna Valantîna baş dizanin.



Wezîra Koç û Koçberan a Belcîkayê Maggie De Block ji Rûdawê re eşkere kir: “Valantîna weke koçbereke hatiye vir, ew çûye dibistanan û sûdê ji derfetan dîtiye, herwiha li yek ji mezintirîn nexweşxaneyan de kar kiriye û tevlî civakê bûye, lewma ew nemûneyeke baş e ku kesek ji zarokbûna xwe ve koçberî welatê me bibe, dikare bi roleke baş li civakê rabe.”



Eger Valantîna ku dayîka 2 zarokan e û şarezaya teknolojiya laborên pizîşkî ye, yek ji kursiyên parlementoyê bi dest bixe, dixwaze çi kar û ji bo kê bike? Valantîna Şêxo ji Rûdawê re diyar kir: “Ez dixwazim li vê Parlementoya Herêma Flandersê her însanek heqê xwe bixwaze li ser esasê ku çi dikare û çi dizane, ne li ser esasê ku ji kuderê hatiye, çi rengê xwe heye, çi dînê xwe heye, jin e, mêr e, hemû yek bin û ez dixwazim di navbera miletê me yê Kurd û hikûmetê de pirek bim.”



Şansê Valantîna ji bo parlementeriyê bihêz e û çi qas dengên rasterast diçine wê zêdetir bibin, derfeta sekeftinê jê re zêdetir dibe.

Rudaw
Top