Çar firokeyên şer ên T-50 yên Koreyî gihiştin Iraqê
Gihiştina wan firokeyan li gor wê girêbestê ye ku hikûmeta Iraqê di sala 2013an de li gel Koreya Başûr ji bo kirîna 24 firokeyên cureya T-50 bi 100 milyon dolaran peymanek îmze kiribû.
Bi gihiştina karwanê çarem, heta niha 22 firoke hatine radestkirin, niha tenê du firoke mane ku divê radestî Iraqê werin kirin.
Di salên 2017 û 2018an de duyem û sêyem karwanê firokeyên cureya T-50 gihiştibûn Iraqê ku ji 12 firokeyan pêk hatibûn û berê wan jî karwanê yekem ji şeş firokeyan pêkhatibû.
Rudaw
