• Saturday, 14 February 2026
logo

Grevên birçibûnê yên ji bo piştgiriya Leyla Guven ê

Grevên birçibûnê yên ji bo piştgiriya Leyla Guven ê
Greva birçîbûne ku ji berîya 198 rojan ji alîyê parlementera Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê û heman dem hevseroka Kongreya Ciwaka Demokratîk (KCD)ê Leyla Guvenê we hatî destpêkirin berdewam dike.

Guvenê li girtîgehe de dest bi greva birçîbûne kiribû û 79 rojan li girtîgehê de di greva birçîbûnede bû. Gûven piştî 25î çileya paşî hatî azadkirin berdewamîya greva birçîbûnê kiribû. Piştî biryara Gûvenê ev çalekî li girtîgehên Tirkîyê û çend dewletên Ewropa û li nûnertîya HDPê ya hewlerê jî belav bibû. Niha dijî Leyla Gûvenê li girtîgehan û bajar û dewletên cuda bi hezaran girtî û piştevan di greva birçîbûnê dene.

Li Amedê parlementeren HDPê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDPê parlementerên HDPê ye Wanê Tayyîp Temel û Murat Sarisaç jî tevlî greva birçîbûne berdewam dikin. Rewşa saxlemîya wan kesên di greva birçîbûne de her roja diçe berev xeterîye diçe. Piştî hevdîtina parezeran ya 2ye Gulanê û peyama rebere zîndankirî ye PKKê Abdullah Ocalan goti kesên di greva birçîbûne de bila zirare nedin giyana xwe girtîya parlementerên di greven birçîbûne dedaxuyanîyek belav kiribûn û gotibun evê berdewam bikin. Belê parezerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal 22ye Gulanê dîsa seredana Ocalan kirin bes heta niha tu daxuyanî li ser hevdîtine ne kirine. Hat zanîn ku ev parezer hatin Amedê û Leyla Guvenê re hevdîtinek kirin te îddîakirin ev hevdîtin jibo dawî anina grevên birçîbûne ne û tê gotin dibe Leyla Guven bi kongreyeka rojnamewanî greve dawî bîne. Belê ev agahî hej ji alîye Guvenê ve ne hatîye raskirin.

Hejaye gotineye 7 girtîyan li girtîgehen cuda cuda de jîyana xwe dawî anibûn û kesêke jî li Almanya xwe şewitandi bû. Xizmên wan kesên li girtîgehande rojane çalekîya pêk tînin û ji alîyê hezên ewlehîyê ve regirtin li wan tên kirin.

Leyla Guven ji ber ku di demê operasyona çiqê zeytunê ya li ser Efrinê de dijî ve operasyonê derketi bû û bangi gel kiribû 22ê çileya sala 2018an hatibû girtin.

Waar.tv
Top