Ji bo cîhbicîh kirina biryarekî Serokê Hikûmetê Wezîrê Navxwe û Wezîra Karûbarên Civakî dicivinop
Îro 27.07.2023yê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîra Kar û Karûbarên Civakî li gel kompanyayên biyanî li Herêma Kurdistanê dicivin.
Li gor zanyariyên BasNewsê îro ji bo cîhbicîh kirina biryarekî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxwe û Wezîra Kar û Karûbarên Civakî li gel kompanyayên biyanî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin dicivin.
Biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê taybet wê derbarê de ye ku, divê kompanyayên navxwe û biyanî sedî 75ê karmendên wan navxweyî bin, her kompanyayekî wê biryarê cîhbicîh neke dê bê ceza kirin.
Basnews
