Rêxistina Piştgiriya Kifrî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike
Rêxistina Piştgiriya Kifrî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Heme Heme Seîd Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi amadebûna hijmareke şêwirmend û rêveberên giştî û endamên civata wezaretê pêşwaziya nûnerên rêxistina (Piştgiriya Kifrî) kir.
Di hevdîtinê de Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan guhê xwe da daxwazên xelkê Kifrî, ji nêzîk ve guhê xwe da nêrînên rêxistinê û balkişand li ser wê yekê ku Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe kar ji bo cîbicîkirina daxwazên xelkê kiriye. .
Li hember de jî nûnerên saziyê spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kirin.
Basnews
