Komîteya deverên Kurdistanî yên derveyê Herêmê ragehandinek belav kir
Di ragehandinê de hatîye, piştî wê hêrişa nexşe darijtî hatî encamdan bo ser zevîyên çandîyên cotkarên Kurd li Xaneqîn, Dubiz û gundên ser bi nahyeya Sergerran, ser bi parêzgeha Kerkûkê, komîteya me vekolîn ji wan pêngavên metrsîdar kir û bi hîmeta hekîmaneya cenabê serok Barzanî, ku zû ber bi hewara cotkaran ve hat, bi rûniştina komîteya me li gel cotkaran wan gundan û bilindkirina raportê bo alîyên peywendîdar, şîyayîn rê ji wê pîlanê bigirîn û bi fermanekê niha rê dihê dan ew cotkar dirûneya berhemên xwe bikin.
Herweha têde hatîye em soz didîn cotkaran ku bi lez û bi rêya yasayê mafên wan biparêzîn.
Di dawîya ragehandinê jî de, Komîteya Deverên Kurdistanî yên Derveyê Herêmê di Perlemana Kurdistnê de supasîya firakisyonên Kurdistanî li perlemana Îraqê kirîye kû alîkar û hevkarbûn bo daxwazîya komîteya wan.
K24
