Berpirsê liqa PDKê li Xaneqînê: Bêyî Pêşmerge deverên Kurdistanî aram nabin
Bepirsê liqa PDKê li Xaneqînê, şêx Ceifer şêx Mistefa ji BasNewsê re got, divê hikûmeta Iraqê bi lez alozî û arîşeyên deverên Kurdistanî çareser bike.
Şêx Ceifer her wiha got, bêyî hêzên Pêşmerge rewşa wan deveran aram nabe û arîşeyên wan nayên çareserkirin ji ber ku artêşa Iraqê û hikûmeta Iraqê bi tenê nikarin. Hetanî Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re kar nekin arîşeyên wan deran nayên çareserkirin.
Wî berpirsê PDKê anî ziman ku rewşa deverên Kurdistanî bi taybet Xaneqîn û Qeretepe roj bi roj xirabtir dibe û got, Heşda Şeibî û DAIŞê li wan deran dest bi lîstokek metirsîdar kirine. Ji ber wê jî divê çareyek bilez were dîtin.
Basnews
