• Saturday, 14 February 2026
logo

Macoglu: Navê bajarê me ne Tunceli, lê Dêrsim e!

Macoglu: Navê bajarê me ne Tunceli, lê Dêrsim e!
Serokê Şaredariya Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê Fatih Mehemed Macoglu, Navê Tirkî Tuncelî rakir, ê Kurdî Dersim, bi avahiyê ve daliqand.

Macoglu dîyar kir: Navê rastî yê bajarê me Dêrsim e. Tuncelî nave înkarê ye, jiber vê rastiyê, ew tabelaya Tuncelî radike û Dêrsim bicîh dike.

Serokê Partiya Nijadperest MHP Dewlet Bahçelî, gef xwar û got: Me bajarek bi nave Dêrsimê nîn e, ev kiryar xizmeta perçekirina Tirkiyê, dike.

Bahçelî got: Bila kes pişta xwe bi serkeftina dengan, rast neke.

Macoglu şaredarê Dersîmê ji Partiya Komunist a Tirkiyê ye.

K24
Top