• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kardînal Luis Sako kir

Nêçîrvan      Barzanî pêşwazî li Kardînal Luis Sako kir

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako kir.

Di hevdîtinê de li ser vekişandina biryarnameya Serokomarê Iraqê ya li ser Dêra Kildanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku giring e Iraq bi Herêma Kurdistanê ve weke çadirekê ji bo komkirina hemû pêkhateyên olî û netewî bimînin. Hêvî xwast ku Serokomarê Iraqa Federal di zûtirîn dem de pirsgirêkan çareser bike

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku pêkvejiyan û hevqebûlkirin li Iraqê, bawerî û perensîp e û ciwaniya Iraqê di wê de ye, welatê hemû pêkhatan be û mafên hemû pêkhatan parastî be.

Ji aliyê xwe ve kardînal Sako spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya Nêçîrvan Barzanî nîşan da û dubare kir ku Herêma Kurdistanê warê pêkvejiyan û hevpejirandinê ye û şanaziyê bi wê yekê dikin. Ameje bi wê kir jî: Ew kêşe ti carî rê li kar û erkên wî nagire û dê berdewam be li ser parastina Iraqê û pêkvejiyanê

Rewşa deşta Nînowayê û çend mijarên din ên girêdayî rewşa dêrê û Kirîstiyanan bi giştî, aliyekî din ê civînê bû ku Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû.

Basnews

Top