Encumena bajarê Xaneqînê bi fermî daxwaza vegera Pêşmerge bo wê deverê kir
Encumena bajarê Xaneqînê nameyek ji encumena parêzgeha Diyale û hikûmeta Iraqê re şandiye û tê de behsa aloziyên vê dawiyê yên wê deverê kiriye û ragihandiye, rewşa Xaneqînê gelekî aloz bûye ji ber ku her roj welatî rastî êrişên terorîstî tên û berhemên çandinî yên cotkaran jî tên şewitandin û talankirin.
Encumena Xaneqînê daxwaz kiriye, ji bo ku rewşa Xaneqînê aram bibe pêwîst e hêzên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê vegerin bajêr.
Basnews
