Supaya Pasdaran: Keştiyên cengî yên Amerîkayê di jêr kontrola me de ne
Supaya Pasdaran: Keştiyên cengî yên Amerîkayê di kontrola me de ne
Supaya Pasdaran a Îranê li ser wan liv û tevgerên serbazî yên Amerîkayê bertek nîşan da û ragihand, gemiyên şer ên Amerîkayê li Kendavê di jêr kontrola me de ne.
Cîgirê Fermandarê Gişt yê Supaya Pasdaran, Elî Fedewî ragihand:“Bakurê tengava Hurmiz di jêr kontorola hêzên me de ye, û divê Amerîka muhletê ji me werbigre dema ku çûn û hatinê dikin, lewma bi ti şêweyekê nikarin nêzîkî peravên me bibin.”
Elî Fedewî got: “Niha kêmtirîn hejmara keştiyên cengî yên Amerîkayê li Kendavê ne. Serdemkê 327 keştiyên cengî yên Amerîkayê li Kendavê hebûn, lê belê serbazên me ne tenê neditirsiyan lê belê pêngavên wan bûye sedem ku dijmin bi hemû wê şiyana xwe ku hebû, bitirse.”
Fedewî got jî, hemû gemiyên şer ên Amerîkayê li Kendavê di bin kontrola temam a mûşekên artêş û Supaya Pasdaranê Îranê ne û cihê ti nîgeraniyekê tune ye.
Ji aliyeke din ve Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xaminêyî diyar kir, ne Serokomar Hesen Ruhanî û ne jî Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, rêkeftina etomî li gorî xwesta wî cîbacî nekirine.
Rêberê Komara Îslamiya Îranê di daxuyaniya xwe ya herî nû de derbarê kêşe û aloziyên navbera Amerîka û Îranê de ragihand, wî ji destpêkê ve bawerî bi wê yekê nebû ku rêkeftina etomî were cîbicîkirin û diyar kir ku wî ew yek ji Serokomar Hesen Ruhanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re gotiye.
Elî Xaminêyî di hevdîtina li gel beşek ji xwandevanên zanîngehên wî welatî de li Tehranê got: “Pejirandina rêkeftina etomî girê didin bi min, ez hertim di vê baweriyê de bûme ku destwerdanê di desthilata cîbicîkirinê de nekim, meger ku derb li pêşveçûna rejîmê bikeve. Lê belê ya ku di derbarê cîbicîkirina rêkeftina etomî de hebû, min gelek bawerî pê nebû û gelek caran jî min ev yek ji serokomar û wezîrê derve jî gotûbû û hişyarî danû wan.”
Xaminêyî tekez kir: “Hûn, xwendevanên hêja piştrast bin ku hûn dê dawiya dijminên mirovayetiyê, Amerîka û Îsraîlê bibînin.”
James Jerey: Divê hêzên Îranê ji Sûriyê bêne derxistin
Li aliyekê din, Amerîka hewl dide bandorên Îranê li ser welatên navçeyê kêm bike û Şanderê NY bo Karûbarê Sûriyê James Jefrey dibêje; “Îran li Sûriyê serpireştiya 10 hezar çekdaran dike ku piraniya wan ji welatekê dêyem ve çûn ewî wela tî.”
James Jefrey ragihand, ew çekar li Sûriyê ne, ji bo ku gefê li welatên cîran nekin û yekem armanc jî Îsraîl e.
Jefrey daxwaz ji Rûsyayê jî kir ku “guvaşan bixe ser hêzên Beşar Esed daku hêzên Îranî li welatê xwe dûr bike.”
Rudaw
