Peyama dawî ya konsulê giştî yê Fransa li Hewlêrê: Dostên min ên kurd ên ezîz, spas ji bo mêvandariya we
Piştî dawî hatina erkê wî yê li Herêma Kurdistanê, konsulxaneya Fransa li Herêma Kurdistanê peyama xatirxwastinê ya konsulê giştî Olivier Decottignies belav kir û spasiya xelkê Kurdistanê dike.
Olivier Decottignies di peyama xwe de dibêje: ‘’Dostên kurd ên ezîz, hemniştimaniyên ezîz ên Kurdistanê, hevrêyên ezîz ên konsulxaneya giştî, piştî çar salan erk û berpirsyartiya li gel we, îro ez Hewlêrê bicîh dihêlim. Li gel we gelek demên xweş û nexwaş min derbas kir, bi hemû rêyên niştimanê we de ez derbasbûm û li hemû keş û hewayekî de min bêhn û henase da. Ji nêzîk agahdarê birînên we yên dîrokî bûm û li benda paşeroja we bûm. Bi hezaran dostanî min ava kirin, ku hemû jî mirovên balkêş bûn.’’
Herwaha dibêje: ‘’Xelkê Kurdistanê camêrin, li hemû cîhekî bi germî mêvandariya min kirin. Ji malên mezin bigre heta malên herî sade û wê jî ev hest li gel min ava kir ku kurd û fransî daîmî dost in. Bi rastî ev şerefekî mezin bû ku min karî lêre xizmetê bikim. Ji bo wê jî ji kûrayiya dil ez dixwazim spasiya we hemûyan bikim….Spas’’
