Akar: Me daxwaza Amerîka ya derbarê S-400 de qebûl nekir
Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi nûnerên Enqere yên medya Tirkiyê re civiya. Da zanîn, ew ti pêwendiyê di navbera rêkeftina S-400 û nedana firokeyên F-35 de nabînin û di rêkeftinê de jî xaleke weha nîn e.
Akar got, heta niha 4 firokeyên F-35 radestî wan hatine kirin û 47 leşker û pîlot jî li Amerîka li ser wan perwerde dibin û meha Mijdara bê dê yekemîn firoke bigihe Tirkiyê.
Da xuyakirin, Amerîka ji Tirkiyê xwestiye ku kirîna S-400 paş bixe, lê ew jî dibêjin rêkeftin temam bûye û îmze hatine avêtin, veger nîne û bi Rûsyayê re jî pêwendiyên wan baş in.
Akar got, Tirkiye di vê çarçoveyê de bo dorpêçên Amerîka jî amadekariyên xwe kirine.
