• Saturday, 14 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Rêkeftina YNKê û Rakan Cibûrî rewşa Kerkûkê aloztir dike!

Rêveberekî Gorran: Rêkeftina YNKê û Rakan Cibûrî rewşa Kerkûkê aloztir dike!
Rêveberekî Tevgera Gorran ji ber rêkeftina navbera YNKê û parêzgerê ne rewa yê Kerkûkê, aşkera kir rewşa bajar aloztir dibe û ecêbmana xwe jî diyar kir ku çawa YNK, rêkeftin li gel kesekî şovenîst pêktîne?

Endamê Civata Niştimaniya Gorran Nesredîn Mehmûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa Kerkûkê û navçeyên sînorê madeya 140 bi giştî, ber bi temamî metirsîdariyê ve diçe. Careke din proseya ereb kirinê li wan navçeyan destpê kiriye û ji aliyê çekdarên DAIŞ û erebên şovenîst ve karên xirab li hember hemwelatiyên kurd tê kirin û dexil û danê kurdan tê şewitandin. Ji ber wê pêkanîna rêkeftina partiyekî û şexlî li gel îdareya navçeyê pirsgirêkan çareser nake û dervey ziyan dayîn ti sûdekî wê bo kurdan tineye. ‘’

Derbarê rêkeftina navbera YNKê û Rakan Cibûrî de jî ku, YNK ji ber wê razîbûye ku di helbijartinên pêş ên encûmena parêzgehan de, Rakan Cibûrî bi ne rewa û wek berhemê piştî xiyaneta 16ê cotmehê li ser erkê xwe bimîne berpirsê Gorran got: ‘’Rêkeftina YNKê li gel Rakan Cibûrî rewşê aloztir dike û zerer digehîne hemwelatiyên kurdê Kerkûkê. Ji ber her rêkeftinekî niştimanî eger bi awayekî şefafiyeta yekdengiya hemû aliyan siyasî ve nebe, ew rêkeftin diçe çarçoveya rêkeftineke şexsî û çanda bazirganiyê. Ji ber wê eger her cure rêkeftinekî wek rêkeftina 16ê cotmehê bê kirin, dê kurd zererekî mezin bibînin û rewşa Kerkûkê dê aloztir bike. Ji ber naha rewşa ewlehiya Kerkûkê ne seqamgîr e û ew kurdên wegeriyan bo Kerkûkê, ji aliyê Rakan Cibûrî ve malên wan hatin şewitandin.’’

Bi baweriya Nesredîn Mehmûd, Rakan Cibûrî kesekî şovenîst e, ji ber wê nabe rêkeftin li gel kesekî wisa de bê kirin ku şovenîst be û mafên gelê kurd binpê bike.’’

Basnews
Top