Erdogan banga dadweriyê kir: Kiliçdaroglu bidin dadgehê
Erdogan got: Em dibînin, ku piştî biryara Komisyona Bilind a Hilbijartinan YSK biryara nûkirina hilbijartina Stenbolê da, hin siyasiyan sînor derbas kirin. Serokê Partiyek siyasî (mebest Kemal Kiliçdaroglu ye c.b) gotinên nemirovane lidij xebatkarên dadweriyê kirin. Ew dikarin rexne bikin, lê nikarin bi sivikî û biçûkkirinê behsa wan bikin. Destûra me eşkere ye, pêdiviyên wê dive bên kirin. Mafên wan kesan nîn e, ev bê hedî û bê sînorî ye. Ev rûreşî ye…
Erdogan herweha anî ziman: “Em rê nadin gotinên weha. Kes ji destê dadweriyê ne azad e. Em welatê hiquq û yasayê ne. Hiquq dive hemberî van kesên sînor derbas dikin helwêstê werbigre. Ez jî dinav de, dive hiquq bû bikaranîn”…
Şîrovekarên opozisyonê van gotinên Erdogan, wekî bangewazek Erdogan a dijî Kiliçdaroglu binav dikin, ku Erdogan dixwaze dadgeh dijî Kiliçdaroglu doze vekin…
K24
