• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir

Nêçîrvan Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyamek serxweşiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Mamosteyê xwedê jê razî bi salan bi karên xwe yên hunerî, şanoname û çîrokan, gelek xizmeta huner û rewşenbîriya gelê xwe kiriye û di perwerde û pêgihandina nivşan de xwedî roleke berçav bûye.”

Serokwezîr Barzanî di dawiya peyama xwe de dibêje: “Aramî bo rihê pak ê xwedê jê razî, mamoste Elî Tuwana û sebr û hedara ji malbat û dostên wî re.”

Hunermendê şanokar û nivîskarê şanoname Elî Tuwana duh 21.05.2019ê koça dawiyê kir.

Waar.tv
Top