Mesrûr Barzanî û Konsulusê Amerîkayê civiyan
Di civînê de behsa rewşa dawî ya deverê, hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hate kirin û her du alî balkêşandine ser têkiliyên navbera Kurdistanê Amerîkayê.
Di civînê de Mesrûr Barzanî û Steven Fagin li ser çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê û pêşhatên dawî yên li deverê jî nirxandin.
Di beşeke din ya vê civînê de Fagin piştgîriya welatê xwe bo bernameya reforman ya Kurdistanê û bihêztir kirina têkiliyên du alî û aramiya deverê diyar kir.
Rewşa niha ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û hemahengiya navbera Kurdistan, Îraq û hevpeymanan çend mijarên din yên vê civînê bûn.
