• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrê Darayî û Aborî derbarê mûçe de daxuyaniyek da

Wezîrê Darayî û Aborî derbarê mûçe de daxuyaniyek da

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkera kir, çend mehe petrol nayê şandin û dahata navxwe jî têra mûçe nake, ji ber wê pêwîste ji naha û pê de pirsa mûçe ji Wezareta Darayî ya Iraqê bê kirin.

Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Hemû ew daxwazên ku li ser Herêma Kurdistanê hebûn ji aliyê Bexdayê ve hemû hatine cîhbicîh kirin û biryare civîneke din li Bexdayê bê kirin û hêvîdarim encam bi dilê hemû aliyekî be.’’

Herwaha got: ‘’Ew daxwaz û data û tiştên ku Bexdayê ji me dike, li gor min wan bixwe cîhbicîh nekirine, ji sala 2013ê ve hikûmeta Iraqê dorpêç xistiye ser Herêma Kurdistanê û hêvîdarim ew dorpêç bê rakirin û budce bê cîhbicîh kirin û mafên Herêma kurdistanê bişînin.’’

Derbarê dabeşkirina mûçe de jî Awat Şêx Cenab got: ‘’Çend mehe petrol nayê şandin û dahata navxwe jî têra mûçe nake, ji ber wê pêwîste ji naha û pê de pirsa mûçe ji Wezareta Darayî ya Iraqê bê kirin.’’

 

Basnews

Top