Li sê gundên Kerkûkê eger Kurd malên xwe çol nekin dihên girtin
Rêvberîya Kerkûk divêt evê carê bi rêya dadgehê û girtina xelkên wan gundan deverê ji Kurdan çol bike û Ereban bihîne cihên wan.
Dadgeha Kerkûkê her car û pênc malên gundên Ciwîlce, Bacwan û hencîre gazî dike dadgehê. Her malekê banghêşta polîs ji wî re bihere bo çolkirina mal, divê yan xanîyê xwe çol bike yan jî sê mehan serokê malbatê bihê zîndanîkirin.
Yek ji kesûkarên Ebdulrehman ku xelkê Hencîreye, hat gazîkirin bo dadgehê û bi sê mehan hatîye zîndanîkirin.
Kompanyaya Nefta Bakûr, sikala yasayî li ser danîşvanên wan sê gundan tomar kirîye bi bînûya wê yekê ku zevîyên wan wan sê gundan mulkê kompanayayê ne. xelkê wan gundan jî li cihê xwe mane û dibêjin: givaş her çi be em malên xwe çol nakîn.
K24
