• Saturday, 14 February 2026
logo

Lavahiya kongirêsmanên Amerîkî ji Turmp: Kurdan bi tenê nehêle

Lavahiya kongirêsmanên Amerîkî ji Turmp: Kurdan bi tenê nehêle
Bi sedan endamên kongirêsê û senatorên Amerîkî daxwaz ji serokê Amerîka Donald Trump kirin, hêzên Amerîkî ji Sûriyê venekişîne û “nêzîktirîn hevalbendên Amerîka” (qesta wan kurd in) jî bi tenê nehêle.

Derdora 400 endamên kongirêsê û senatorên Amerîkî nameyek ji serokê Amerîka Donald Trump re nivîsîne û nîgeraniya xwe li hember rewşa Sûriyê jê re anîne ziman.

Li gorî agahiyan, wan kongirêsman û senatoran daxwaz ji Trump kirine, hêzên Amerîkî ji Sûriyê venekişîne ji ber ku hîn jî metirsiya komên terorîstî li wir heye.

Daxwazeka din ya wan kongirêsman û senatoran ji Trump ew e “nêzîktirîn hevalbendên Amerîka”, ku kurd in, nehêle ber gef û tehdîdên komên terorîstî.

Basnews
Top