Tirkiyê nivê şevê 5 karwanên leşkerî bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê şandin
Pênc karwanên cuda yên leşkerî ku ji bajarên cuda yên Tirkiyê bo Hatayê hatibûn şandin, ji hêzên komando û cebilxaneyê pêk dihatin, di bin tedbîrên ewlekariyê de, duh nîvê şevê di bajarokê Kirikhan re derbas bûn û ber bi Reyhanli ku li ser xeta sînorê li gel rojavayê Kurdistanê ye, ketin rê.
Li gor zaniyariyan, dê ew karwanên leşkerî li yekîneyên ser sînor bên cîbicîhkirin.
Li Hema û Idlibê şerê di navbera artêşa Sûriyê û grûbên çekdar de berdewam e, di van demên dawî de artêşa Tirkiyê jî gelek hêz şandiye ser sînor.
Rudaw
