Hêzên Amerîkî gehêştine Eyn Esed
Jêderên Îraqî diyar kirin ku duhê duşem hêzeke zêde ya leşkerî a Amerîkî û çekên corbicor li gel hebûye, gehêştiye navenda leşkerî ya Eyn Îsa ya li Rojavayê parêzgeha Enbarê.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî eşîrên sune yên Îraqê belav kiribûn ku Amerîka soz daye wan daku hêzeke zêde bo parastina wan bişîne deverên suneyan li Îraqê û herwiha 100 hezar leşker jî bişîne kendavê bo şerê dijî Îranê.
