PDK û YNK ji bo Kerkûkê komîteyeke hevbeş ava dikin
Li gorî agahiyên ku bi dest Rûdawê ketine, di piraniya civînên PDKê û YNKê de, rewşa Kerkûkê hatiye gotûbêjkirin, vê dawiyê jî herdû alî li ser wê yekê rêkeftin ku piştî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya hikûmetê, komîteyeke hevbeş ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê pêk bînin.
Herwiha biryar e şandên herdû aliyan jî bi awayekî cuda serdana Bexdayê bikin û ligel hikûmeta Iraqê rewşa Kerkûkê gotûbêj bikin.
Biryar e komîteya ku were avakirin dê mijarên wekî ji bo asayîkirina rewşa Kerkûk, vegera koçberan, derxistina hêzên çekdar, rola Kurdan di îdarê û pêkanîna asayişa bajêr de ligel Bexdayê gotûbêj bike.
Endamekî serkirdayetiya YNKê ku nexwestiye navê wî were aşkerekirin, ji heftenameya Rûdawê re ragihandiye, Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, li ser wê yekê rêkeftibûn ku parêzgarekî ji Kerkûkê re destnîşan bikin.
Endamê Serkirdetiya PDKê Nûrî Heme Elî jî diyar kir ku ew wek partî dê pabendê rêkeftinê bin û got: “Piştî avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, Serok Barzanî û Kak Kosret Resûl dê bicivin. Em dibêjin bila li Kerkûkê rewş aram bibe û bila parêzgar erkê xwe bicih bike.”
Ev di demekê de ye ku şandên PDKê û YNKê bi awayên cuda li Bexdayê ne, û ligel berpirsên Iraqî û herwiha rayedarên Netewên Yekgirtî rewşa Kerkûkê gotûbêj dikin.
Rudaw
