• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina ligel rayedarên hikûmeta Iraqê li ser mûçe û budceyê, serdana Bexdayê dike.

Endamê Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji bo gotûbêjkirina ligel hikûmeta Iraqê ji Kurdistan24ê re ragihand, sibe yekşemê 23ê Tîrmeha 2023an şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û ligel rayedarên hikûmeta Iraqê li ser mûçe û budceya Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.

Hefteya borî jî şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Dîwana Encûmena Wezîran ji bo heman mebestm serdana Bexdayê kir û ligel rayedarên hikûmeta Iraqê çend civîn û hevdîtin encam dan.

Ev di demekê de ye ku di 12ê Hezîrana 2023an de, Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengên parlamenteran, projeyasaya budceyê pesend kir, roja 21ê Hezîranê, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd yasaya budceya giştî îmze kir û piştre di Rojnameya Fermî ya Iraqê de hat belavkirin, lê belê heta niha neçûye warê cîbicîkirinê, biryar e rênimayî ji bo cîbicîkirina wê were derkirin.

 

K24

Top