Tirkiye…Li Enqerê otomobîlê li kamyoneteke barhelgir da,3 kes mirin
Li ser rêya Enqere û Stenbol a Tirkiyê, otomobîlekî li kamyoneta barhelgir da û ji yek malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Otomobîla di bin îdareya Hûseyîn Ozden ku ber bi paytexta Tirkiyê Enqerê ve bi rê ket, di piştê de li kamyoneta barhelgir da.
Li ser agahdar kirina ku ji aliyê şêniyên derdor ve pêkhat, tîmên polîs, cenderme û tendurustiyê çûn cîhê bûyerê.
Hat diyar kirin di bûyerê ajovanê otomobîlê li gel Mihemed û Fatma Ozden yên di heman wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, Z.R.O jî birîndar bû.
Herwaha birîndar ji aliyê tîmên tendurustiyê ve ji bo nexwaşxaneyê hat veguhestin.
Basnews
