• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Hîndistanê erd şimitî û hezaz pêkhat: 22 kes mirin

Li Hîndistanê erd şimitî û hezaz pêkhat: 22 kes mirin

 Li eyaleta Maharashtra ji ber barîna zêde ya baranê erd şimitî, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Isrhalwaldî yê ser bi eyaleta Maharashtra ya Hîndistanê baraneke tund û bi bandor barî. Di encama hezaz û şimitîna erd û axê ya ji ber baranên tund, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herwaha ji 50 malên li wê herêmê, 17 mal di bin axê de man, dar şikestin û gelek cîh jî di bin heriyê de man.

Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ku çûne wê herêmê, lez dan xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo herî kêm 100 kesên di binê xirbeyan de asê man e.

Li gundê ku herî kêm 225 kes lê dijîn, ji 80'î kesî zêdetir herêm bi cîh hêlan, di heman demê de ji bo kesên ku mane jî qadên ewle hatine avakirin.

Rayedaran ragehandin ku ji ber baranên tund, di xebatên lêgerînê de zehmetî tên kişandin û diyar kirin ku ew nîgeranin ku carekedin hezaz û şimitîna axê li wê herêmê pêk bê.

Serokê Eyaleta Maharashtra Eknath Şînde ragihand ku ew ê alîkariya 6 hezar dolarî bidin malbatên ku ji ber şemitîna erd û axê xizmên xwe winda kirine.

 

Basnews

Top