Îran beşek ji kargeh û kompaniyên xwe vediguhize Kurdistanê
Berdevkê Yekîtiya Weberhênana Herêma Kurdistanê Mela Yasîn ji Rûdawê re ragihand ku ligel dorpêçên Amerîka û hevpeymaniyên wê yên li hemberî Îranê, rêjeya hilberînê li Îranê gelek daketiye û heta ku hinek kampaniyên karên xwe rawestandine û got: “Beşek ji kompaniyên Îranê ji bo tûşî pirsgirêkan nebe barkirine Herêma Kurdistanê.”
Mela Yasîn da zanîn ku ev heyameke kompaniyên ku li Silêmaniyê hilberînê dikin û Yekîtiya Weberhênana Herêma Kurdistanê mijara veguhestina komapaniyên Îranî yên ku ji ber dorpêçan kar nakin, bo Silêmanî û herêma Germiyanê gotûbêj dikin.
Beşek ji kompaniyên navborî li Herêma Kurdistanê razmendî kirine û dixwazin di warê penîr, mast, xorek û petrokîmyawî de kar bikin.
Yasîn got: “Li Silêmaniyê hezar donim û li Germiyan nêzîkî deriyê Perwêzxanê du hezar donim zevî ji bo kargehên Îranê hatine terxankirin. Nexşe û dîzayn û beşeke xizmetguzariyên sereke hatine destpêkirin.”
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di destpêka sala 2019an de serdana Herêma Kurdistanê kiribû û gotibû divê peywendiî û hevkariyên di warê aborî, bazirganî de bêne geşkirin.
Rudaw
