• Wednesday, 18 February 2026
logo

2 polîsên Îranê hatin kuştin

2 polîsên Îranê hatin kuştin

 Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ragihand ku êvara roja pêncşemê li nêzî bajarê Îsfehanê du efserên polîsê madeyên hişber ên Îranê hatin kuştin.

Li gorî vê raporê, li ser rêya navbera Îsfehan û Yasûcê di navbera hêzên polîsên dijî madeyên hişber û mafyaya qaçaxçiya madeyên hişber de şer û pevçûnên çekdarî û teqekirin rûda û di encamê de 2 efserên polis hatine kuştin.

Beriya pevçûnê polîsan guman kir ku 2 kamyonên madeyên hişber hilgirtine û piştî rawestandina kamyonan kesên çekdar têde bûn û gule berdan hêzên polîsan.

 

Basnews

Top