• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropayê sizayên li ser Rûsyayê bo 6 mehên din dirêj kir

Yekîtiya Ewropayê sizayên li ser Rûsyayê bo 6 mehên din dirêj kir

 Encûmena Yekîtiya Ewropayê ragihand, sizayên xwe yên li ser Rûsyayê li hember şerê li dijî Ukraynayê, heta 31ê Çileya 2024an dirêj kiriye.

Îro Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, Yekîtiya Ewropayê sizayên li ser Rûsya û grûpên terorîst bo şeş mehên din dirêj kiriye, herwiha hatiye destnîşankirin, grûpên terorîst ji 13 kesayet û 21 grûp û saziyan pêk tê, ji wan jî DAIŞ û El Qaîde.

Sizayên Yekîtiya Ewropayê jî ji blokkirina hemû mal û milk û çavkaniyên wan ên darayî yên li Yekîtiya Ewropayê pêk tê û geştkirina wan bo 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li wan tê qedexekirin.

 

Basnews

Top