Kerkûk -Liqa 3 ya PDKê bersiva Melbenda 2 ya YNKê da
Liqa 3 ya PDKê bi tûndî rexne li helwêsta Melbenda YNKê ya beramber Rakan Cibûrî kiriye û amaje bi wê yekê kiriye Melbenda YNKê bi îmzeyên sexte navê lîsteya biratiyê durist kiriye bo piştevaniyê li Rakan Cibûrî bikin.
Herwiha di beşekî din ê daxuyaniyê da wiha hatiye gotin: “Hûn xiyanetkarên 16ê Cotmehê hewl didin ji ser medyayê xelkê biaxîpînin. Di 16ê vê mehê da di bin ra we ligel Rakan Seîd rêkeftin kiriye bo heta hilbijartina dahatû ew li ser posta parêzgariyê bimîne.”
Beriya bi çend rojan belgenameya rêkeftina Melbenda YNKê ya Kerkûkê, aliyên siyasî yên tirkmen û erebên Kerkûkê ligel Rakan Cibûrî hatibû belavkirin. Ligor rêkeftinê aliyan piştevanîya xwe bo Rakan Cibûrî derdibirin ku Rakan Cibûrî heta hilbijartinên dahatû li ser posta parêzgariya Kerkûkê bimîne.
Herwiha Melbenda YNKê li Kerkûkê bi daxuyaniyekê red kiriye ku peywendiyên wê ligel Rakan Seîd Cibûr hebin. Rakan Cibûrî jî duhê di presskonferansekê da aşkere kiribû ku ew ligel YNKê di peywendiyê daye û du hevbeşên serkeftî ne.
Basnews
