AK Partî girîngiyê dide dengderên Kurd
Piştî Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê biryara dubarekirina proseya hilbijartinê li Stenbolê da, her yek ji berbijêrên Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet li ser propaganeya xwe berdewam in.
Rojnamevan û qunciknivîsê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî derbarê rewşa dawî ya propagandeya hilbijartinê de gotarek belav kiriye û nivîsiye: "AK Partî kar li ser wê yekê dike Kurdên mihafezekar ber bi xwe de bîne, herwiha milyon û 700 hezar dengder ku roja 31ê Adarê neçûne ser sindoqan razî bike daku dengê xwe bidin Bînalî Yildirim."
Selvî, amaje bi wê yekê daye ku mijara "man û nemanê" ya Erdogan di propagandeya hilbijartinê de gelekî li ser radiwestiye û herwiha mijara Kurdistanê wiha kir ku beşekî zêde ya dengderên Kurd ji AK Partî dûrbikevin.
Ligel ku di hilbijartina şaredariyê ya Stenbolê de berbijêrê aliyê opozisyonê Ekrem Îmamoglu serkeftin bidest xist, lê ji ber biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan, hilbijartin hat hilweşandin û dubare tê kirin.
Rudaw
