Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive
Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Pêşhatên deverê û herêmî, rewşa niha ya Mûsilê û derdûra wê, rewşa deverên madeya 140ê, gavên qonaxa piştî DAÎŞê ji bona binjbirkirina hizra şidetê û rêgirtin li pêşia careka din DAÎŞ li deverê serîhilda ku ev jî bi hevahengiya navbera Bexda, Hewlêr û Hevpeymanan têkirin û vegerandina koçber û penaberan bo ser mal û warên jê ahtine, mijarên din yên civînê bûn.
