Komîsyona Helbijartinên Iraqê: Em dikarin ji 18.02.2024ê şûnde helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve bibin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê bi nivîsekî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandiye, daxwaz dike dema helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi biryarekî diyar bike, lê bikeve piştî 18.02.2024ê.
Serokê encûmena Komîsyaran li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê Omer Ehmed nivîsek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re pêşkeş kir û daxwaz kir; Dema helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi biryarekî bê diyar kirin, lê bikeve piştî 18.02.2024ê.
Herwaha diyar kir, ew dema berê hatibû pêşneyar kirin, ku Ii gel helbijartinên encûmena parêzgeha Iraqê bê kirin nabe, ji ber nikarin herdu helbijartinan di demekî li hev nêzîk de birêve bibin.
Navborî amaje bi wê yekê jî kiriye ku komîsyon ji bo vê proseya helbijartinê bi serkeftî birêve bibe û pîvanên navnetewî li berçav bigre bo garantî kirina selametî û paqijiya helbijartinê, daxwaz dike dema helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta roja 01.08.2023yê bê diyar kirin.
Basnews
