Iraq û Îranê termên 26 leşkeran bi hev guherandin
Iraq û Îranê îro Pêncşemê termên 26 leşkerên ku di şerê sala 1980'an de hatibûn kuştin, bi hev guherandin.
Nûnerê Komîta Xaça Sor a Navdewletî Kerîm Hafiz ji medyaya Îraqî re got, Iraqê termên 18 leşkerên Îranî radestî wî welatî kirin, li hemberê jî Îranê termên 8 leşkerên Iraqî radest kirin.”
Pevguhertina terman li deriyê sînorî yê Şelemçe yê di navbera her du welatan de li nêzî parêzgeha Besrayê pêk hat.
Şerê Iraq û Îranê ku 22ê Îlona 1980î dest pê kir û sala 1988an bi agirbestekê bidawî hat, wek yek ji şerên herî bi xwîn û giran tê zanîn.
Nêzîkî 1.1 milyon kes di şerê Îran û Iraqê de hatin kuştin, ji wan 340 hezar leşkerên Iraqî û nêzîkî 730 hezar leşkerên Îranê. Herwiha ziyana madî jî bi qasî 400 milyar dolar bû.
K24
