• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li New Zelandayê êrîşeke çekdarî pêkhat: 3 kes mirin

Li New Zelandayê êrîşeke çekdarî pêkhat: 3 kes mirin

Li bajarê Auckland a New Zelandayê êrîşeke çekdarî pêkhat û 2 kesan jiyana xwe ji dest da, êrîşkar jî hat kuştin.

New Zelanda ji bo Kupaya Cîhanî ya Jinan a FIFA 2023yê malûvaniyê dike û berî destpê kirina lîstoka vekirina pêşbirka cîhanî li bajarê Aucklandê, nêzîk stadyuma ku lîstok lê bê kirin êrîşeke çekdarî pêkhat û di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û êrîşkar jî hate kuştin.

Derbarê mijarê de Serokwezîrê New Zelandayê Chris Hipkins daxuyaniyek da û ragehand, êrîş di asta metirsiya netewî de nîne û ti guhertinek pêknayê û Kupaya Cîhanî ya Jinan wekî ku hatiye plan kirin dê berdewam bike.

 

Basnews

Top