Serokwezîrê Iraqê bi serokên firaksyonên Kurdistanî re dicive
Parlementera Gorranê li parlementoya Iraqê Behar Mehmûd ji BasNewsê re got, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro bi serokên firaksyonên Kurdistanî yên li parlementoya Iraqê re hevdîtin dike.
Behar Mehmûd li ser naveroka civînê jî got, di civînê de dê behsa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bi taybet şewitandina dexl û danên cotkarên kurd û çalakiyên DAIŞê li wan deveran tên axaftin.
Wê parlementera kurd da zanîn, dê li ser rûdanên gundê Pelkane û zeftkirina zeviyên kurdan ji aliyê ereban ve jî were axaftin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, civîna han li ser daxwaza Adil Ebdulmehdî tê kirin.
Basnews
